Kurdistan24
Nivîskar
Albûma Adele pihtrîn firotinbû li Brîtanyayê
800 û 307 kopî ji albûma Adele ya nû li jêr navê (25) di heftiya yekê hatine firotin
K24- Hewlêr
Kompaniya Official Charts, eşkere kir ku albûma nû ya stranbêja Brîtanî Adele di hefteyekê de karî zêde bê firotin ku rêjeya berî wê ya Tima Oasis di sala 1997an tomar kiribû bişkîne.
Herwiha 800 û 307 kopî ji albûma Adele ya nû li jêr navê (25) di heftiya yekê hatine firotin hember bi (696 000) kopiyên Tima Oasis ya ku bi navê ( Be Here Now) bû.
Kompaniya Official Charts ew çend jî xweya kir ku albûma Adele bo pêhtirîn car ji internetê hatiye daxistin.
Ev album, ya sêyemîne ku stranbêja 27 salî dixe bazarî û bi lezatiyke bê wêne pileya yekê li ser asta Brîtanya bi dest xist. Serokê cîbicîkarê kompaniyê Martin Talbot derbarî vî albûmê dibêke: “ Amarên taybet bi albûmê gelek surpirîzin û ti albûmek berî wî negehaye vê pirfiroşyariyê li ser asta Brîtanyayê”.
.jpg)
.jpg)
.jpg)