Mesrûr Barzanî: Bi mirina Elçî gelekî xembar bûm

Rawêjkarê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, derbarê kuştina Serokê Baroya Diyarbekirê Tahîr Elçî de dilgiraniya xwe anî ziman.

Mesrûr Barzanî: Bi mirina Elçî gelekî xembar bûm
Mesrûr Barzanî: Bi mirina Elçî gelekî xembar bûm

K24 – Hewlêr

Rawêjkarê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, derbarê kuştina Serokê Baroya Diyarbekirê Tahîr Elçî de dilgiraniya xwe anî ziman.

Di twîtekê de li ser tora civakî ya Twîtterê, Rawêjkarê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî wiha nivîsiye: "Ez bi mirina tradejîk a çalakvanê Kurd û parêzvanê mafên miriv Tahîr Elçî gelekî xembar bûm."

Mesrûr Barzanî, herwiha sersaxî ji malbata Elçî re xwest û got: "Ez bi germî sersaxiyê ji malbata Elçî re dixwazim û bila sere wan sax bi."

Serokê Baroya Diyarbekirê Tahîr Elçî, ku ji sala 1992an ve li Diyarbekirê parêzerî dikir, doh 28ê Mijdara 2015an ket ber êrîşekê û canê xwe ji dest da.