Li Brezîlyayê, Baba Noelekî helîkopterekê direvîne!

Polîsên bajarê Sao Paulo yê Brezîlyayê li pey kesekî digerin ku ji destpêka demsala ahengên ji dayîkbûnê bi kincên Baba Noel helîkopterek revandiye.

Li Brezîlyayê, Baba Noelekî helîkopterekê direvîne!
Li Brezîlyayê, Baba Noelekî helîkopterekê direvîne!

K24 – Navenda Nûçeyan

Polîsên bajarê Saw Pawlo (Sao Paulo) yê Brezîlyayê li pey kesekî digerin ku ji destpêka demsala ahengên ji dayîkbûnê bi kincên kesayetiya Santa Kloz (Baba Noel) li xwe kirine û helîkopterek revandiye.

Polîsan eşkekere kir ku Baba Noelê saxte di demjimêreke dereng a êvara roja Înî 27 – Mijdarê de, ew helikopter ku li firokexaneya Kampo Marte karê teksiyê dikir bi kirê girtibû. Lê di dema geşteke asmanî de, Baba Noel bi zorî ji firokevanî  re dibêje ku berê helîkopterê bide derveyî bajar û li kêlgehekê deyne.

Li wir kesekî din digehe Bab Noel û firokevanî girê didin û pişt re, helîkopterê direvînin. Heta belavbûna vê nûçeyê ti zanyariyeke nû derbarê helîkopterê de nîne!.