Wezareta Berevaniyê ya Bulgaryayê ragehand ku ew amade ne li Sûriyeyê beşdarî şerê bejayî bibin eger ji wan bê xwestin.
Derbarê mijarê de Wezîrê Berevaniyê yê Bulgaryayê Nikolai Nichiev ji Ajnasa Noviniteyê re axifî û got ku welatê wî amade ye li Sûriyê beşdarî şerê bejayî bibe eger ji wan bê xwestin.
Nichiev da zanîn ku Bulgarya dikare 1000 leşkerên din bişîne sînorên welatê xwe, eger rewş li wan deveran têkçû.
Berî niha Wezîrê Berevaniyê yê Tişîk jî Martin Strupniki ragehandibû ku di şerê dijî DAIŞê de welatê wî, amade ye hêzekî bejayî bişîne Iraq û Sûriyeyê.