Kurdistan24
Nivîskar
Aloziya navbera Rûsya û Tirkiyê û pirsa gaza xwezayî
Herdu welat hatine qonaxa betalkirina peymanên bazirganî. Herwiha eger heye ku Rûsya êdî gaza xwezayî nefiroşe Tirkiyê.
K24 - Enqere
Aloziya di navbera Moskow û Enqereyê de her diçe xurttir dibe. Herdu welat hatine qonaxa betalkirina peymanên bazirganî. Herwiha eger heye ku Rûsya êdî gaza xwezayî nefiroşe Tirkiyê. Gelo di egereke wiha de rewşa Tirkiyeyê dê çawa bibe û çavkaniyên enerjiyê yên Tirkiyeyê di çi astî de ne.?
Tirkiye, di nav rojeke asayî de 196 milyon metrekup gaza xwezayî bikar tîne, ev hejmar di rojên zivistanê yên sar de digihe 230 milyon metrekup. Tirkiye, piraniya wê gaza xwezayî, ji sedî 55 ji Rusyayê werdigire.
Eger Rusya gaza sirûştî ya dişîne Tirkiyeyê qut bike wê çi bibe? Pisporê enerjiyê Necdet Pamir, dibêje ew ihtimal wê bibe bobelata Tirkiyeyê: “Li ser van her du xetan di rojekê de 90 milyon metrekup gaza sirûştî bo Tirkiyeyê tê veguhestin, eger Rusya şandina gazê qût bike jêdereke din nîne. Tirkiye ji neçarî bi Rusyayê ve girêdayî ye. Ne tenê ji ber gaza sirûştî herwiha di warê enerjiya pîşesaziyê de jî, Tirkiye bi Rûsyayê ve girêdayî ye. Ên bi awayekî asanî dibêjin tiştek nabe, em ê çareseriyekê bibînin, nezan in.”
Egera qûtbûna enerjiya Rusyayê di rojeva siyasetmedaran de jî bû. Alikarê serokê CHPê yê giştî Mehmet Bekaroğlu amaje bi wê yekê kir ku ev rewşa Tirkiyeyê ya neçar sûcê Tirkiyeyê ye: “Dewletek sînorên me binpê bike divê bersiva wê bê dayîn lê belê xeletiyên Tirkiyeyê yên di vî warî de jî em nikarin paşçav bikin. Ev çend sal in, em dibêjin çima em çavkaniyên naxweyî jîndar nakin.”
Enerjiya Tirkiyeyê ji sedî 32.5 ji gaza sirûştî ve pêk tê. Nêzikê ji sedî 99ê vê gazê jî ji derve ve tê dabinkirin û nêviyê hilberîna ceyranê jî bi gaza sirûştî ve tê kirin. Ango gaza xwezayî ji bo Tirkiyeyê xwedî cihekî taybet e. Peywendiyên di navbera her du dewletan de wê bandoreke çawa li ser veguhestina enerjiyê bike em ê di rojên pêşiya me de bibinin.