Kurdistan24
Nivîskar
Çawaniya kuştina Tahîr Elçî
Serokê Baroya Diyarbekirê Tahîr Elçî doh hate kuştin. Dîmenên ku hatine bilavkirin derbarê kuştina Elçî û pevçûna li navçeya Sûrê agahiyên girîng dide.
K24 – Diyarbekir
Serokê Baroya Diyarbekirê Tahîr Elçî dema ku daxuyaniya çapemeniyê dida hate kuştin. Dîmenên ku hatine bilavkirin derbarê kuştina Elçî û pevçûna li navçeya Sûrê agahiyên girîng dide. Pevçûn di navbera 2 çekdar û polîsan de destpê dike û piştre li cihê Tahîr Elçî ku daxuyanî dida rojnamevanan didome.
Serokê Baroya Diyarbekirê Tahîr Elçî dema ku digel komeka parêzerên endamên baroyê ne li dijî xisardîtina mînareya dîrokî ya bi navê ``4 pî`` daxuyaniya çapemeniyê dida, navbera polîs û 2 çekdarên ku tê iddiakirin gerîlayên PKKê ne şer derket.
Di encam de Tahîr Elçî hat kuştin. Ji dîmenên hatine belavkirin de xuya dikir ku pevçûna di navbera polîs û çekdaran de li cihekî nêzikê civîna çapemeniyê, Kolana Gaziyê destpê dike. Haya hêzên ewlekariyê ji çekdaran heye û ew bi kamerayên mobeseyê wan dişopînin.
Riya 2 çekdarên ku di taksîyeka ticarî de ne ji aliyê 3 polîsan ve tên girtin. Dema polîs nêzikê çekdaran dibin ji taksiyê li hemberî wan gule tê reşandin û 2 polîs li wir tên kuştin. Çekdar piştre ji cihê bûyerê direvin û berê xwe didin kûçeya ku Elçî daxuyaniya çapemeniyê dide.
Polîsên li cihê daxuyaniya çapemeniyê bergiriyên ewlekariyê distînin dibînin ku 2 çekdar ber bi aliyên wan ve baz didin û ew jî wî çekdarî didin ber gulleyan. Ew kesê ku demença xwe ji lûleyê ve girtibû karî xwe ji gulleyên 3 polîsan xilas bike.
Lê Tahîr Elçî dimîne di nav guleyan de û dikeve erdê. Ew bi giranî birîndar dibe û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dide. Pirs û nîqaş li ser wê yekê ye ku gelo guleyên polîsan bûn sedema mirina Elçî yan guleyên çekdaran.
Baroya Diyarbekirê û HDP dibêjin Elçî di encama sûîkasteke pilankirî de hatiye kuştin û daxwaza eşkerekirina berpirsan dikin. Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu jî got kuştina Elçî ger sûîksatek be berpirs kî bin bila bibin dê werin girtin û bûyer zelal bibe. Di heyama wan de ew rê nadin kuştinên kiryar nediyar û êrîş ne tenê li hemberî Elçî li hemberî Tirkiyeyê hatiye kirin.
Tahîr Elçî bavê 2 zarokan bû. Ew bi salan wekî hiquqnasekî Kurd digel malbatên xizmên wan hatine kuştin têkoşiya û doza edeletê kir. Bi taybetî jî di dozên JÎTEM û Cemal Temîzoz de wek parêzerekî mafê mirovan herî li pêş bû. Herî dawî jî di tilevîzyona CNN TURKê de gotibû PKK ne rêxistineka terorist e. Vê daxuyaniya wî di çapemenî û rojeva Tirkiyeyê de cihekî berfireh girtibû û bûbû sedema lêpirsîn û girtina wî.