Kurdistan24
Nivîskar
Nerazîbûnên li ser kuştina Tahîr Elçî didomin
Kuştina Serokê Baroya Diyarbekirê Tahîr Elçî, li gelek deverên Bakurê Kurdistanê bi çalakiyên meş û daxuyaniyan hat şermezarkirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Kuştina Serokê Baroya Diyarbekirê Tahîr Elçî, li gelek deverên Bakurê Kurdistanê bi çalakiyên meş û daxuyaniyan hat şermezarkirin.
Balyozên Brîtanya û Amerîkayê yên li Tirkiyeyê dan xuyakirin kun wan hevalekî xwe û parêzerekî wêrek yê mafê mirovan wenda kirine.
Di serî de baroyên bajarên Bakurê Kurdistanê û saziyên civaka sivîl, kuştina Tahîr Elçî duh bi daxuyaniyan protesto kirin. Baroyên Diyarbekirê, Çewlîgê, Dêrsimê, Rihayê, Wanê, Semsûrê û gelek deverên din daketin kolanan û bi daxuyaniyên çapemenî û meşê bêyer şermezar kirin.
Kuştina Elçî di asta navneteweyî de jî wek bûyereke pir girîng tê nirxandin. Balyozên Brîtanya û yê Amerîkayê di rupelên Twitterê de dan xuyakirin ku wan hem dostekî xwe û hem jî parêzerekî wêrek yê mafê mirovan wenda kirine.
Herwiha li Herêma Kurdistanê jî kuştina Tahîr Elçî deng veda. Li bajarê Dihokê Sendîkaya Parêzeran bi daxwiyaniyekê kuştina Elçî şermezar kir.
Serokê Baroya Diyarbekirê Tahîr Elçî, ku ji sala 1992an ve li Diyarbekirê parêzerî dikir, doh 28ê Mijdara 2015an ket ber êrîşekê û canê xwe ji dest da.