Kurdistan24
Nivîskar
Kuştina Tahir Elçi li Enqerê hat protestokirin
Qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahir Elçi, li Enqerê, ji aliyê Parêzer û Rêxistinên Ked û Demokrasiyê ve hate protestokirin.
K24 – Enqere
Qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahir Elçi, li Enqerê, ji aliyê Parêzer û Rêxistinên Ked û Demokrasiyê ve hate protestokirin.
Parêzer, Aktivîstên Mafên Mirovan, Sazî û Dezgehên Civakî, Rêxistinên Demokrasiyê û Partiyên Siyasî li kolana Yükselê hatin ba hev û bi daxuyaniyekê qetilkirina Tahir Elçi şermezar kirin.
Parêzer û Aktivîstên mafên mirovan di daxuyaniya xwe de gotin; "Serokê Baroya Diyarbekirê Tahir Elçi gava daxwaza rawestina şer û pevçûnan dikir ji aliyê dijminên mirovahiyê ve hate qetilkirin. Diyarbekirê parêzekî xwe wenda kir ku her tim bo demokrasî, aştî û mafê mirovan têdikoşiya. Dijminên mirovahiyê nikarîbûn rê li ber fikir û têkoşîna Elçî a bo demokrasî û mafên mirovan bigirin û ew kuştin. Polîtîkaya qesrê û hikûmeta AKPê rê li ber vê qetliyamê vekir. Bi suiqateke plankirî, di şexsê Tahir Elçi de, hiqûq û demokrasî hate qetilkirin."
Piştî xwendina daxuyaniyê, girseyiyê dûrişmên wek şehidên aştî û demokrasiyê namirin, em ê têkoşîna Elçî berdewam bikin, Kurdistan wê ji bo faşistan bibe goristan bilind kirin û bi lêdana çepikan belav bûn.