Derya Kiliç
Reporter
Cixarên qaçax ên DAIŞ’ê li bazarên Tirkiyê tên firotin
Dikandar û aborînas hişyariyê didin berpirsan û çavkaniyên derbasbûna wan çixareyan aşkere dikin.
K24- Enqere
Di demên dawî de bazarên Tirkiyê bi cigareyên erzan ên qaçax tije b[n e. Dikandarên Tirkiyê û aborînas ji vê yekê nerazîne û dibêjin piraniya van cixaran ji sînorê Sûriyê derbasî Tirkiyê dibin û DAIŞ ji vê yekê pereyekî mezin radike.
Sinorê Tirkiye yek ji wan sînoran e ku herî zêde qaçaxî lê tê kirin, ev yek zirareke mezin digihîne aboriya wê û herwiha rê li ber wê yekê vedike ku rêxistinê radîkal pereyên mezin bidest bixe.
Serokê Giştî yê Konferedasyona Esnaf û Pîşekarên Tirkiyê, Bendevi Palandöken derbarê firotina cixareyên kaçax rayedaran hişyar dike û dibêje ku, di salên dawî de kesên dixwazin bi hêsanî bibin xwedî pere serî li rêyên ne yasayî didin û qaçaxiya cixare û alkolê dikin.
Herwiha Bendevi Palandöken ji K24 re got: “Ez rasterast nizanim bê kîjan rêxistinin, lê belê rêxistinên radîkal sûdê ji kaçaxiyê werdigirin. Li sînorê başûr rêjeya kaçaxiyê ji sedî 60 qaçaxî heye. Ev qaçaxî ne bi destê kesan e lê belê bi destê rêxistinan tên kirin.”
Aborînas dibêjin ji ser sînorê Gurcistan, Îran û Iraq’ê jî bi awayekî berbiçav cixareyên qaçax dikevin Tirkiyê û pereyên vê qaçaxiyê jî ji DAIŞ’ê re diçe.
Di vê derbarê de Zülfükar Doğan yê aborînas daye xuyakirin ku “DAIŞ’ê li cihên ku di bin kontrola wê de ye bikaranîna cigarê qedexe kiriye. Lê belê ev yek rastiyê ji me vedişêre. Ji petrolê bigirin, di gelek qadan de, ev rêxistin pereyekî mezin, ji qaçaxiyê derdixin. Bi egerek mezin, ew cixareyên tên qedexekirin, bi rêyên veşartî, tên firotin û ji bo rêxistinê dibe fînansmaneke cidî.”
Rêxistinên dikandaran dixwazin rê li ber firotina cigareyên qaçax were girtin ku rêxistinên terorî finanse dike û zirarên mezin digihîne dewletê. Di vê çarçoveyê de esnaf dê di navbera 21 û 23’ê berfanbarê li Antalya’yê bicivin û planekî bergiriyan ragihînin.