Kurdistan24
Nivîskar
Termê Elçî bi axê hat spartin
Bi hezaran siyasetmedar, parlementer û xelkên sivîl beşdarî merasîmê bibûn û xwepêşandanek lidar xistin.
K24- Diyarbekir
Termê Serokê Baroya Amed Tahir Elçî li Diyarbekira Bakurê Kurdistanê bi axê hat spastin.
Serokê Baroya Amed Tahir Elçî duh, 28ê Mijdarê, li dema pêşkeşkirina gotarekê ji bo aştiyê, li ber minareya çar pê ya navçeya Balikçilarbaşiya qezaya Surê ya navenda Diyarbekirê hat kûştin.
Peyamnêrê Kurdistan24 li Diyarbekirê diyar kir ku, hejmarek zêde ji siyasetmedar, palrementer, parêzer, rewşenbîr û xelkên sivîl di merasîma biax spartina termê Elçî beşdar bûn.
Piştî ku merasîma veşartinê bidawî hat, xwepêşandanek mezin li nava bajêr çêbû.
Tahir Elçî sala 1966ê li navçeya Cizîra Şirnexê ji dayîk bûye. Hiqûqnas û aktîvîstekî Kurd bû. Xwendina xwe ya serekî û amedayî li Cizîrê qedandiye. Sala 1991ê ji Zanîngeha Dîcleyê ya Diyarbekirê Fakulteya Hiqûqê mezûn bûye.