Parêzeran û Rêxistina DAD ji bo Elçî li nava Kobanê rawetsiyan.
Parêzrên Kobanê kuştina Elçî şermezar dikin
K24- Kobanê
Parêzrên Kobanê û rêxistineke mafê mirovan kuştina Serokê Baroya Diyarbekirê, Tahir Elçî şermezar kirin
Peyamnêrê K24 li Kobanê got ku îro, 29ê Mijdarê, dan nîvroyê parêzerên Kobanê û Rêxistina DAD ya Mafê Mirovan ji bo şermezarkirina kuştina Elçî li nava bajêr rawestiyan û daxuyaniyek xwendin.
Serokê Baroya Diyarbekirê Tahir Elçî duh, 28ê Mijdarê, li dema pêşkeşkirina gotarekê ji bo aştiyê, li ber minareya çar pê ya navçeya Balikçilarbaşiya qezaya Surê ya navenda Diyarbekirê hat kûştin.
Termê Elçî îro li Diyarbekirê bi ax hat spartin, piştî merasîma veşartinê, xwepêşandanek hat lidar xistin.