Barzanî: Baştirîn çareserî ligel Iraqê bibin du cîranên baş

Mesrûr Barzanî li Hewlêrê pêşwazî li balyozê Nowrîcê û şandeya ligel kir

Barzanî: Baştirîn çareserî ligel Iraqê bibin du cîranên baş
Barzanî: Baştirîn çareserî ligel Iraqê bibin du cîranên baş

K24 – Hewlêr

Derheqê paşeroja Iraqê de Rawêjkarê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî got: “Baştirîn çareserî ew e ku em herdu alî bibin du cîranên baş.”

Rawêjkarê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, behsa bidawîanîna DAIŞê kir û got: “Ji jinavbirina bi yekcarî a çekdarên wê rêxisrinê, pêdiviya Hêzên Pêşmerge bi alîkariya zîdetir a leşkeri heye.”

Barzanî, herwiha daxwaz ji civaka navdewletî kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê nexşe-rê an jî çareseriyeke din biceribînin.

Mesrûr Barzanî, da zanîn ku ji ber pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê roj bi roj derza navbera pêkhateyên wê firehtir dibe.

Barzanî di civîna îro (29.11.2015) ya ligel Balyozê Norveçê li Urdinê Sisel Brêy û şanda ligel de, li ser rêyên çareseriyê yên aştiyane bo pirsgirêkan wiha axifî: “Baştirîn çareserî bo nehiştina kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê ew e ku ligel Iraqê bibin du cîranên baş.”

Derbarê krîza darayî de jî Rawêjkarê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî got: “Divê rê neye dayîn ku ew kriz bibe sedema rawestandina pêşketinên Herêma Kurdistanê.”