Kurdistan24
Nivîskar
Zanyariyên nû li ser kuştina Tahîr Elçî
Nasnameya sivilên ku tevlî bûyerê bûne jî hatiye tespîtkirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li ser kuştina Tahir Elçi çend hûrgilîyên din aşkere bûn. Hat îdîakirin ku nasnameya sivilên ku tevlî bûyerê bûne jî hatiye tespîtkirin.
Tahir Elçi, 28ê Mijdarê li navçeya Sûrê ya girêdayî Diyarbekîrê hat kuştin. Li ser kuştina Elçî, di lêkolîna kriminal de çend hurgiliyên nû derketin holê.
Di daxuyaniya Wezareta Navxwe ya Tirkiyê de wiha tê gotin: “Terorîstê bi awayekî kuştî hat bi dest xistin lêkolin li ser şûna tiliya wî hat kirin û di dawiyê de hat tesbîtkirin, kesê ku hatiye kuştin welatiyekî bi navê Süleyman Yakişir e. Yakışır, di sala 1995’an de hatiye dinyayê. Hat tesbîtkirin ku di nav qeydên endamê rêxistina terorî de cih digire .Çeka marqeya “Glock” li cihê buyerê hat bidest xistin. Berê jî bi vê çekê êrîş li polîsên Diyarbekirê dema li xwaringehekê xwarin dixwarin hatiye kirin.”
Ji bilî vê yekê hat idîa kirin ku gumanbarê di destî wî de çek û li kolanê direve û polîs dixwazin wî bigirin endamê rêxistinê Mahsum Gürkan e. Hat ragihandin ku ev kesên rojek berê bi wesayita torosa spî êrîş li hemberî wesayîta polîsan pêk aniye yek ji wan Gürkan e.
Rayedarên ewlehiyê dan zanîn ku ji bo zanîna guleya ku bûye sedema mirina Tahir elçi kîjan e, pêwîst e dendika guleyê bê dîtin. Hat ragihandin ku piştî peydakirina dendika gûleyê û lêkolînên balîstîkî encama teqez wê xuya bibe.