Zanyariyên nû li ser kuştina Tahîr Elçî

Nasnameya sivilên ku tevlî bûyerê bûne jî hatiye tespîtkirin.

Zanyariyên nû li ser kuştina Tahîr Elçî
Zanyariyên nû li ser kuştina Tahîr Elçî

K24 – Navenda Nûçeyan

Li ser kuştina Tahir Elçi çend hûrgilîyên din aşkere bûn. Hat îdîakirin  ku nasnameya sivilên ku tevlî bûyerê bûne jî hatiye tespîtkirin.

Tahir Elçi, 28ê Mijdarê li navçeya Sûrê  ya girêdayî Diyarbekîrê hat kuştin. Li ser kuştina Elçî,  di lêkolîna kriminal de çend hurgiliyên nû derketin holê.

Di daxuyaniya Wezareta Navxwe ya Tirkiyê de wiha tê  gotin: “Terorîstê bi awayekî kuştî hat bi dest xistin lêkolin li ser şûna tiliya wî hat kirin û di dawiyê de hat tesbîtkirin, kesê ku hatiye kuştin welatiyekî bi navê Süleyman Yakişir e. Yakışır, di sala 1995’an de hatiye dinyayê. Hat tesbîtkirin ku di nav qeydên endamê rêxistina terorî de cih digire .Çeka marqeya “Glock”  li cihê buyerê hat bidest xistin. Berê jî bi vê çekê êrîş li polîsên Diyarbekirê dema li xwaringehekê xwarin dixwarin hatiye kirin.”

Ji bilî vê  yekê hat idîa kirin ku gumanbarê di destî wî de çek û li kolanê direve û polîs dixwazin wî bigirin endamê rêxistinê Mahsum Gürkan e. Hat ragihandin  ku ev kesên rojek berê bi wesayita torosa spî  êrîş li hemberî wesayîta polîsan pêk  aniye yek ji wan Gürkan e.

Rayedarên ewlehiyê  dan zanîn ku ji bo zanîna guleya ku bûye sedema mirina Tahir elçi kîjan e, pêwîst e dendika guleyê bê dîtin. Hat ragihandin ku piştî peydakirina dendika gûleyê û lêkolînên balîstîkî encama teqez wê xuya bibe.