Hunermendek bi wêneyên 3D cîhanê dihejîne

Şêwekarê Elmanî Stîfan Pabst (Stefan Pabst) ê 35 salî, teknîkek nû di çêkrina wêneyan de bikar tine.

Hunermendek bi wêneyên 3D cîhanê  dihejîne
Hunermendek bi wêneyên 3D cîhanê dihejîne

K24 – Navenda Nûçeyan

Şêwekarê Elmanî Stîfan Pabst (Stefan Pabst) ê 35 salî, teknîkek nû di çêkrina wêneyan de bikar tine.

Li gor malpera Daily Mail, Wêne di vê şêwaza Pabst de wiha xwiya dikin ku her tiştê di wêne de bi sê rehendên 3D ne û wek laş-cesteyan tên dîtin.

Wêne û nîgarên 3D ên vî hunermendî bi teknîka navdar a Fransayî ya bi navê (Serdabirina çavan) tên çêkirin. Ev wêne niha li seranserî cîhanê cihê ecêbmayîn û mendehoşiyê ne û bala galariyên navdar dikşîne.