Kurdistan24
Nivîskar
Kuştina Tahîr Elçî li Parlamentoyê deng veda
Li Parlamentoya Tirkiyê, derbarê kuştina Serokê Baroya Diyarbekîrê Tahir Elçî de niqaşên dijwar derketin.
K24 – Enqere
Li Parlamentoya Tirkiyê dema civînên bernameya hikûmeta 64emîn berdewam dikirin, derbarê kuştina Serokê Baroya Diyarbekîrê Tahir Elçî de niqaşên dijwar derketin û di navbera partiyên opozisyon û partiya desthilatdar de alozî derket.
Parlamentoya Tirkiyeyê bo danûstandinên bernameya hikûmeta 64emîn doh civiya, lê rojev ji nişka ve guherî û kuştina Serokê Baroya Diyarbekîrê Tahir Elçî hat nîqaşkirin. Parlamenterê HDPê yê Mêrdînê Mithat Sancar got Elçî wek hedef hatibû nîşan dan û hikûmet sûcdar kir.
Sancar ji parlamenterên partiya desthilatdar re got, kiryar, ew çete ne ku erk û wêrekiya xwe ji we werdigirin: “Di nav çend salan de me bêhejmar mînakên van kuştinan ditîn. Hrant dink bi heman şêwe hat qetilkirin, Tahîr Elçi jî. Dema hûn ji berpirsiyê birevin, rûmeta mirovan hinde asan binpê bikin, hûn ji bo kuştinên nû jî rê vedikin.”
Alikarê Serokê Giştî yê CHPê Mehmet Bekaroğlu jî mebesta kuştinê wek daxwaza hêzên tarî nirxand: “Divê em qebûl bikin hemû kesên ku ev hêza tarî çêkirin ji vê kuştinê berpirs in. Ev tevger, ev tarîtî bizanin ku wê me hemûyan biqurtîne.”
Cîgirê Serokê Koma AK Partiyê Naci Bostanci diyar kir ku Tahir Elçi mirovekî aştîxwaz bû û got: “Divê kuştina Elçî bi hemû rûyên xwe bê zelalkirin.” Parlamenterê HDPê yê Vanê Lezgîn Botan nerazîbûn nîşan da ji Bostanci re got: “Hûn kûjer in.”