Kurdistan24
Nivîskar
"18 hezar welatiyên Sûriyê gurçikên xwe firotine"
Li gor zanyariyên torên bazirganiya endamên laşên mirovan li Lubnanê, penaberên Sûrî yên li Misir û Tirkiyê ji ber xirabiya rewşa aborî endamên laşên xwe difroşin.
K24 - Navenda Nûçeyan
Piştî destpêkirina kirîza Sûriyê di sala 2011an de û xirabiya rewşa aborî ya wî welatî wiha kir ku gelek kes neçar bimînin "gurçikên xwe" yan jî endamên laşên xwe bifroşin.
Li gor zanyariyên torên bazirganiya endamên laşên mirovan li Lubnanê, penaberên Sûrî yên li Misir û Tirkiyê ji ber xirabiya rewşa aborî endamên laşên xwe difroşin.
Torên bazirganiyê li nexweşxaneyan dimînin û li hemû navçeyên Sûriyê belav dibin, hinek ji wan jî çekan hildigrin û bazirganiya xwe dikin wek vê reklama li ser vî dîwarî ku tê gotin "bi mebesta çûna Ewropayê gurçikeka ciwanekî 27 salî, saxlem bê nexweşî ye û li bajarê Stanbolê bo firotinê heye."
Derbarê vê yekê de Berpirsê Sendîkaya Pizîşkan Ebdullqadir Hesen duh, ji rojameya el-Heyat re got ku wan pênç pizîşk ên bi bazirganiya endamên laş hatibûn tohmetbar kirin ji kar avêtine.
Li gor Berpirsê Desteya Giştî ya Pizîşkê Dadwerî ya Sûriyê Dr. Husên Nofel, di hundirê 4 salan de hejmara wan kesên ku endamên laşê xwe firotine yan hatine dizîn gehiştiye 18 hezaran. Herwiha zarok jî beşek in ji qurbaniyên wê bazirganiyê ku endamên laşên wan tên kirîn û firotin.