Yekîtiya Ewropayê 3 milyar Euro dide Tirkiyê

Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê li ser pirsa penaberan li hev kir. Li gorî vê lihevkirinê, Yekîtiya Ewropayê dê 3 milyar Euro bide Tirkiyê.

Yekîtiya Ewropayê 3 milyar Euro dide Tirkiyê
Yekîtiya Ewropayê 3 milyar Euro dide Tirkiyê

K24 – Navenda Nûçeyan

Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê li ser pirsa penaberan li hev kir. Li gorî vê lihevkirinê, Yekîtiya Ewropayê dê 3 milyar Euro bide Tirkiyê. Herwiha divê Tirkiye sînorên xwe kontrol bike û koçberên dixwazin biçin Ewropayê jî, di nav axa xwe de bihêle.

Yek ji destkeftên vê rêkkeftinê jî ew e ku danustandinên li ser çûna Tirkiyê bo nav Yekîtiya Ewropayê bighin encamekê. Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoğlu, piştî lihevkirinê got: "Di peywendiyên navbera Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê de evna rojeke dîrokî ye."

Her li gorî wê lihevhatinê welatîyên Tirkiye dikarin bê vîze biçin welatên Şenginê yên Ewropayê. Ev yek ji Cotmeha sala bê, anku kêmtir ji salake din dê bicîh bibe.

Li gor Rêxistina Navdewletî ya Penaberan ((UNHCR), îsal zêdeyî 720 hezar koçber ji peravên Yunanistanê gehiştine Ewropayê ku piraniya wan ji Tirkiyeyê çûne.

Ew 3 milyar Euroyên ku dê Ewropa bide Tirkiyê, biryar e ji bo penaberên Sûrî yên li Tirkiyê re bên xerckirin. Rayedarên Tirkiyê jî îdîa dikin ku heta niha 8 milyar dolar li penaberan serf kirine.