"Divê kuştina Tahîr Elçî were zelal kirin"

Nerazîbûnên li ser kuştina Tahîr Elçî, her diçe zêdetir dibin û partiyên siyasî dibêjin ku divê kuştina wî bê zelal kirin.

"Divê kuştina Tahîr Elçî were zelal kirin"
"Divê kuştina Tahîr Elçî were zelal kirin"

K24 – Enqere

Serokê Baroya Diyarbekîrê Tahir Elçî dema ku daxuyaniya çapemeniyê dida bi awayekî berbiçav hat kuştin. Nerazîbûnên li ser kuştina Elçî, her diçe zêdetir dibin. Partiyên siyasî dibêjin ku divê kuştina Elçî bê zelalkirin.

Serokê Baroya Diyarbekîrê Tahir Elçî, ku ji bo bidawîbûna şer û pevçûnên li Bakurê Kurdistanê û aştiyê hewl dida, dema ev daxwaza xwe bi lêv dikir hat kuştin. Kuştina Elçi, ji aliyê partiyên siyasi ve bi zimanekî tund hat şermezarkirin.

Serokwezîr Ahmet Davutoglu ragehand ku bûyer wê bê zelalkirin û ew rê nadin kuştinên kiryar nediyar: “Kuştina Elçî ger sûîkastek be berpirs kî bin bila bibin dê werin girtin û bûyer zelal bibe. Em rê nadin kuştinên kiryar nediyar û êrîş ne tenê li hemberî Elçî li hemberî Tirkiyeyê hatiye kirin.”

Serokê MHPê Devlet Bahçeli got, sûîkast ji bo xurtkirina aloziyan hatiye kirin. Serokê CHPê Kemal Kılıçdaroglu jî daxuyaniyeke nivîskî belavkir.

Kılıçdaoğlu balkişand li ser wê yekê ku Elçi dema digot “çek, pevçûn, operasyon” hat kuştin: “Di şexsê rehmetî de, êrîşî hemû aştixwaz û azadixwazan kirin. Gelê me teslîmê wan kiryar û êrîşan nabe. Em ê hesab ji kesên ku dixwazin di nav dewleta me de şerekî navxweyî derxin û serdestiya xwe bidomînin bipirsin.”

HDPê bi daxuyaniyeke nivîskî bangî rêxistinên civakî û partiyên siyasî kir û her wiha daxwaz kir ku nerazîbûna xwe bînin ziman. Di daxuyaniyê de hat gotin ku; “Dijminên mirovahiyê nikarin têkoşîn û nêrînên Elçî têk bibin."