Polîsên Eyaleta Kalîforniya ya Amerîkayê ragehandin ku dizek di nav bixêriya agirdanka malekê de hatiye şewitandin.
Dizek di bixêriyê de hat şewitandin
K24 – Navenda Nûçeyan
Polîsên Eyaleta Kalîforniya ya Amerîkayê ragehandin ku dizek di nav bixêriya agirdanka malekê de hatiye şewitandin.
Li gor polîsan, diz hewl daye bi rêya bixêriyê bikeve nav malê û diziya xwe bike, lê xwediyê malê, bêyî ku bizane, agir pêdixe û diz dişewite û dimire.
Polîsan got: “Dema derengî şevê xwediyê malê vedigerin mala xwe, ji ber ku serma bû, agir pêdixin, dengê hewara kesekî tê guhê wan û polîsan agahdar dikin."
Piştre tîmên agir vemirandinê digehin cihê bûyerê û termê kesekî bi nave Kodî Koldwêl ê 19 salî ji bixêriyê derdixin.