Konferansa Avûhewayê li Parîsê dest pê dike

Îro 21emîn Konferansa Guhertina Avûhewa ya Cîhanî li Parîsê dest pê dike û gelek serokomar û rayedarên payebilind ên nêzîka 150 welatan beşdar dibin.

Konferansa Avûhewayê li Parîsê dest pê dike
Konferansa Avûhewayê li Parîsê dest pê dike

K24 – Navenda Nûçeyan

Îro 21emîn Konferansa Guhertina Avûhewa ya Cîhanî li Parîsê dest pê dike û gelek serokomar û rayedarên payebilind ên nêzîka 150 welatan beşdar dibin.

Beriya destpêkirina konferansê, Fransayê tedbîrên ewlehiyê wergirtin û dê 15 hezar û 600 polîs cihê civînê biparêzin.

Konferans dê 2 hefteyan berdewam bike û herwiha di civîna lûtkeyê ya Parîsê de dê serok û serkirde û siyasetmedarên 150 welatên cîhanê amade bibin û derbarê rewşa avûhewaya cîhanê û guhertinên di vê derbarê de gotûbêj bikin.

Wezîrê Navxwe yê Fransayê Bernard Cazeneuve ragihand ku bi tu awayekî rê nadin tu çalakiyeke tundûtîjî an her çalakiyek ku bibe sedema têkçûna rewşa ewlehiyê.

Ji nêzîka 150 welatên cîhanê dê 4 hezar nûner biçin Parîsê û beşdarî Konferansa Avûhewayê bibin ku wek COP21 tê naskirin û 3 hezar rojnamevan jî dê konferansê bişopînin.