"Pêdiviya çêbûna dewleta Kurdî bi demê heye"

Serokkomarê Çîkê Mîlos Zeman ragehand ku zû yan dereng Kurdistan dê serxwebûna xwe werbigire û got: "Hêzên Pêşmerge take hêza bejayî ye ku li dijî çekdarên DAIŞê şer dikin."

"Pêdiviya çêbûna dewleta Kurdî bi demê heye"
"Pêdiviya çêbûna dewleta Kurdî bi demê heye"

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokkomarê Çîkê Mîlos Zeman ragehand ku zû yan dereng Kurdistan dê serxwebûna xwe werbigire û got: "Hêzên Pêşmerge take hêza bejayî ye ku li dijî çekdarên DAIŞê şer dikin."

Derbarê Tirkyê de jî Mîlos Zeman diyar kir ku dijminê dijmin jî heval e û wiha axifî: "Tirkiye naxwaze şerê DAIŞê bike, ji ber ku dijminê Kurdan e û divê Tirkiyê xwe yek alî bike ka piştgiriya  kîjan alî bike."

Mîlos Zeman di hevpeyvînekê de ligel televizyoneke welatê xwe, tekez kirk u zû yan dereng Kurdistan dê serxwebûna xwe werbigire û got: "Hêzên Pêşmerge take hêza bejayî ye ku li dijî çekdarên DAIŞê şer dikin."

Îsal Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî serdana Çîkê kiribû û Serokkomarê Çîkê wek serokê welatan pêşwazî lî kiribû.