Serokatiya Kurdistanê kuştina Elçî şermezar kir

Serokatiya Herêma Kurdistanê bi daxwiyaniyeke nivîskî kuştina Serokê Baroya Diyarbekirê Tahîr Elçî şermezar kir.

Serokatiya Kurdistanê kuştina Elçî şermezar kir
Serokatiya Kurdistanê kuştina Elçî şermezar kir

K24 – Hewlêr

Serokatiya Herêma Kurdistanê bi daxwiyaniyeke nivîskî kuştina Serokê Baroya Diyarbekirê Tahîr Elçî şermezar kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxwiyaniyê de xemgîniya xwe derbarê kuştina Tahîr Elçî de tine ziman û sersaxiyê li kes û kar û malbata Elçî dike.

Di daxwiyaniyê de wiha tê gotin: "Em daxwaz dikin ku di zûtirên dem de encamderên wî tawanê mezin bên dîtin û radestî edaletê bên kirin û cezayê xwe werbigirin."

Serokatiya Herêma Kurdistanê, vê kiryara nemirovane li ser aştiya civakî û aramiya xelkê wek tehdîdeke cidî dibîne û hêvî dike ku kiryarên wiha neyên dubaren kirin.