Di du mehan de 46 ton zêr gehiştine Herêma Kurdistanê

JI Tirkiyê û Îmarata Erebî gehiştine.

Di du mehan de 46 ton zêr gehiştine Herêma Kurdistanê
Di du mehan de 46 ton zêr gehiştine Herêma Kurdistanê

K24- Navenda Nûçeyan

Amarên bazirganî amaje dikin ku, di nava yek mehê de 46 ton zêr derbasî bazarên Herêma Kurdistanê bûye.

Rêveberê kontrolkirina xiştezêran Bekir Ezîz di daxuyaniyekê duh, 29ê Mijdarê ragehand ku hezar û 500  moletên zêrînkariyê û 200 navendên çêkirina zêr li Herêma Kurdistanê hene.

Ezîz da zanîn ku di sala 2014 an de 77 hezar û 779 kîlo zêr bi rêya Firokexaneya Hewlêrê ya Navdewletî derbasî Herêma Kurdistanê bûye.

Navborî aşkere kir ku, ew zêr ji Tirkiyê û Îmarata Erebî hatine..

Herwiha Ezîz diyar kir ku îsal di hundirê heyvekê de 46 hezar kîlo zêr hatine Kurdistanê ku 16 hezar û 347 bi rêya Hewlêr, 28 hezar û 224 kîlo Silêmaniyê û 983 kîlo gihane bajarê Dihokê.