Kurdistan24
Nivîskar
Li Siûdiyê wek yekemîn car jin beşdarî hilbijartinan dibin
Di hilbijartinên şaredariyan de 900 jin berbijêrin
K24- Navenda Nûçeyan
Li Erebistana Siûdiyê bo yekem car jin beşdarî proseya hilbijartinan dibin û 900 ji wan wek berbijêr navê xwe tomar kirine.
Roja 12ê Kanûnê hilbijartinên şaredariyan li Siûdiyê birêve diçe, di van hilbijartinan de bo yeke car mafê jinan wek dengder û berbijartijnê heye,
Beşdarîkirina jinan di proseya hilbijartinan de li gor fermana şahê berê yê ESiûdiyê, Ebdullah kurê Ebdulezîz tê, ku di sala 2011an de ferman dabû ku ji sedî 20ê endamên Encûmena Şûrayê jin bin.
Lê derfet ji jinan re hatiye vekirin ku tenê di hilbijartinên şaredariyan de beşdar bin, ji bo wê mebestê jî 900 jin wek berbijrê beşdar dibin.
Li gor yasayê Erebistana Siûdiyê, nîvê endamê encûmenên şaredariyan ji aliyê şahê welat ve tên diyarkirin, nîvê din jî ji bi rêya hilbijartinê derdikevin.