John McKain spasiya Pêşmerge dike

McKain diyar kir ku ew hatiye ji bo guh li daxwaziyên Herêma Kurdistanê yên leşkerî bigire.

John McKain spasiya Pêşmerge dike
John McKain spasiya Pêşmerge dike

K24- Hewlêr

Serokê komisyona bergiriyê li Encûmena Pîran a Amerîkayê, John McKain rola Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de bilind dinirxîn e.

John McKain îro, 30ê Mijdarê, bi serdanekê gehişte Hewlêrê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî jî pêşwazî lê kir.

Di hevdîtinekê de, McKain spasiya rola Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞê de kir.

McKain diyar kir jî ku, serdana wî ji bo wê yekê ye da ji nêzîk ve agehdarî rewşa Pêşmergeyan bibe û daxwazên Herêma Kurdistanê bi taybetî di warê leşkerî de nas bike.

Di bermaber de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî spasiya hevkariya Amerîkayê ji bo Pêşmerge kir, tekez kir jî ku ji bo jinavbirina terorê, divê alîkariya leşkerî ya zêdetir pêşkeşî Pêşmerge bê kirin.