Kurdistan24
Nivîskar
Li Diyarbekirê êrîşî Dozgerê doza Elçî hat kirin
Dozgeriya Amedê ji ber êrişan nikare li cihê kuştina Tahir Elçî lêkolînan bike.
K24 - Diyarbekir
Îro careke din Serdozgerê Komarê yê Diyarbekirê Ramazan Solmaz dema lêkolîn li ser bermayiyên cihê kuştina Tahir Elçî dikir ket ber êrişa çekdarî. Di bûyerê de ti kesekî zirar nedît. Lê belê hê jî li cihê bûyerê lêkolîn nehatiye temamkirin.
Piştî kuştina Serokê Baroya Diyarbekirê Tahir Elçî, Serdozgerê Komarî yê Diyarbekirê Ramazan Solmaz ligel wekîlekî Serdozger, Dozgerekî Komarê û Parêzerên Baroya Diyarbekirê saet 06.30ê sibehê çûn derdora Mizgefta Şêx Mutahhar ango Mînareya Çar pê ya ku Elçî li ber hatibû kuştin.
Solmaz û grûbawî xwestin li cihê bûyerê li ser tespîtkirina dîmenên kamereyên ewlehiyê, guleya ku Elçî pê hatiye kuştin, kalikên fîşekan û materyalên din lêkolînê bikin. Hê jî lêkolîn neqediyayî ji aliyê hinek kesên nenas ve bi çekan gule li ser girseyê hatin reşandin. Li ser pevçûn û teqînan şand, bêyî ku lêkolînên xwe temam bike ji cihê bûyerê vegeriya.
Roja 28ê Mijdarê piştî Elçî hat kuştin jî Serdozgeriyê xwestibu ku li cihê bûyerê lêkolînan bike lê wê demê jî êriş hatibû kirin.