Kurdistan24
Nivîskar
Îran li dijî civîna opozîsyona Sûriyê ya li Riyadê ye
Civîn naverasta Kanûnê birêve diçe, ji bo hilbijartina şandeyek yekgirtî ji opozîsyona Sûriyê.
K24- Navenda Nûçeyan
Berpirsekî Îranî ragehand ku, ew li dijî civîna Riyadê ya ji bo opozîsyona Sûriyê ne, ji bo ku “li derveyî” daxuyaniya Viennayê ye.
Biryare di naverasta Kanûnê de civînek taybet bi aliyên opozîsyona Sûriyê li paytexta Erebistana Sidûiyê, Riyad, birêve biçe.
Di vê derbarê de, Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê, Hisên Emîr Ebdullehiyan got ku “civîna opozîsyona Sûriyê li Riyadê li derveyî daxuyaniya Viennaya-2 ye, Îran jî her karekî li derveyî wê daxuyaniyê red dike.”
Mebest ji civîna Riyadê, yekgirtina aliyên opozîsyonê û hilbijartina nûneratiyekê jê re ye, ji bo ku beşdariyê di danûstandinên ligel rejîma Sûriyê de bike.
Di civîna Viena-2 de, 17 welatan di nav wan de Îran û Erebisatan Sidûiyê li ser destpêkirina qonaxa veguhêz li Sûriyê di heyama 6 mehan de rêkeftin, bi mercê ku piştî 18 mehan hilbijartinên giştî li wî welatî birêve biçin.