Obama bo Putin: Divê Esed li ser desthilatê nemîne

Obama û Putin di çarçoveya konferansa Avûhewayê li Parîsê civiyan.

Obama bo Putin: Divê Esed li ser desthilatê nemîne
Obama bo Putin: Divê Esed li ser desthilatê nemîne

K24- Navenda Nûçeyan

Serokê Amerîka ji hevşenê xwe yê Rûsî re tekez kiriye ku, ew li dijî mana Beşar Esed li ser desthilata Sûriyê ne.

Serokê Amerîka, Barack Obama îro, 30ê Mijdarê, civînek dualî ligel hevşanê xwe yê Rûsî, Vladimir Putin lidar xist, di çarşoveya 21emîn Konferansa Guhertina Avûhewa ya Cîhanî li Parîsê de.

Derbarê naveroka civînê de, Koşka Spî ya Amerîkayê ragehand ku, Obama ji Putin re gotiye ku, divê Beşar Esed ji ser desthilata Sûriyê rabe, heta ku çareseriya siyasî biser keve.

Di bermaber de Kremlinê ragehand ku, Obama hevxemiya xwe derbarê xistina firokeya Rûsî de bi Putin ragehandiye.

Heftiya borî, Tirkiyê firokeyek Rûsî li ser sînorê xwe yê ligel Sûriyê anîbû xwar.

21emîn Konferansa Guhertina Avûhewa ya Cîhanî li Parîsê îro dest pê kir û dê du heftiyan berdewam be, gelek serokomar û rayedarên payebilind ên nêzîka 150 welatan jî têde beşdar dibin.