Barzanî gehişte Erebistana Siûdiyê

Serokê Herêma Kurdistanê ji Îmarata Erebî berê xwe daye Erebistana Siûdiyê.

Barzanî gehişte Erebistana Siûdiyê
Barzanî gehişte Erebistana Siûdiyê

K24- Navenda Nûçeyan

Serokê Herêma Kurdistanê gehişte paytexta Erebistana Siûdiyê û biryar e ligel rayedarên wî welatî bicive.

Di çarçoveya serdana xwe ya fermî de bo welatên Kendava Erebî, Serokê Herêma Kurdista, Mesûd Barzanî gehişte Riyadê û biryare ligel berpirsên paye bilind ê wî welatî bicive.

Barzanî duh, 29ê Mijdarê, li Îmarat Erebî ligel Cîgirê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ê Îmarata Erebî, Mihemed Al Niheyan civiya bû.

Di civînê de Barzanî û Al Niheyan behsa geşkirina pêwendiyên Herêma Kurdistan û Îmaratê di çend warê cuda de hatibû kirin.

Ev yekemîn serdana Barzanî ye bo Erebistana Siûdiyê, piştî koça dawiyê ya şah Ebdullah kurê Ebdulezîz.