Derbarê Barhilgirên MİTê de 2 general hatin girtin
Dadgeha Silh û Cezayê ya Stenbolê di çarçoveya lêpirsîna barhilgirên MİTê de 3 bersûc girtin ku ji wan 2 general in.
Derbarê Barhilgirên MİTê de 2 general hatin girtin
K24 - Enqere
Dadgeha Silh û Cezayê ya Stenbolê di çarçoveya lêpirsîna barhilgirên MİTê de 3 bersûc girtin ku ji wan 2 general in.
Fermandarê Cendermeyan yê Herêma Enqerê İbrahim Aydın, Fermandar Hamza Celepoğlu û Mîralayê Xanenişîn Burhanettin Cihangiroğlu bo girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Dadgeha lêpirsîna barhilgirên MİTê birêve dibir, biryara girtina her sê bersûcan da.
Dozgeriyê di çarçoveya lêpirsînê de, derbarê 122 kesan de îdianame amade kir ku ji wan 55 di girtîgehê de ne. Îdianame di 9ê Mijdarê de ji aliyê 14. Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ve hatibû qebûlkirin.