Amerîka: Tahir Elçî "pêlewan" bû

daxwaz li hikûmeta Tirkiyê kir ku lêpirsîn derbarê kuştina Tahir Elçê de were kirin, daku kujerên wê tawanê bên cezakirin.

Amerîka: Tahir Elçî "pêlewan" bû
Amerîka: Tahir Elçî "pêlewan" bû

K24 - Navenda Nûçeyan

Wezareta Derve ya Amerîkayê nîgiraniya xwe derbarê kuştina Serokê Baroya Diyarbekirê Tahir Elçî de nîşan da û got ku ew pêlewan bû.

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Elizabeth Trudeau bi daxuyaniyekê daxwaz li hikûmeta Tirkiyê kir ku lêpirsîn derbarê kuştina Tahir Elçê de were kirin, daku kujerên wê tawanê bên cezakirin.

Trudeau, Tahir Elçî weke "pêlewan" bi nav kir  û got ku wî daxwaza aştiyê ji hemû welatiyên Tirkiyê re dikir.

Serokê Baroya Diyarbekirê Tahir Elçî roja Şemiyê (28.11.2015) li Diyarbekirê hatibû kuştin.