Li ser girtina Dundar û Gul nerazîbûn zêde dibe

Rojnamger û Akesmisyenên Tirkiyeyê panelek li dar xistin û di panelê de gotin ku piştgirîkirina Can Dundar û Erdem Gul dê berdewam bike.

Li ser girtina Dundar û Gul nerazîbûn zêde dibe
Li ser girtina Dundar û Gul nerazîbûn zêde dibe

K24 – Enqere

Rojnamger û Akesmisyenên Tirkiyeyê panelek li dar xistin û di panelê de gotin ku piştgirîkirina Can Dundar û Erdem Gul dê berdewam bike û dûbare kirin ku girtina wan  neyaseyî ye.

Rojnamger Gokçer Tahincioglu di panela doh de diyar kir ku bi vê girtinê desthilatdaran xeta sor derbas kirine û got: "Desthilat li gorî destura bingehin tevnagere û heta iro gelek rojnameger ji bo raza dewletê hatin girtin û  dê girtina rojnamegran zêde bibe. Tişteki herî girîng ê din ew e ku rojnameger ji bo çi hatin girtin, em nizanin. Li gorî min di karê wan de sûcek nîne. Can Dundar û Erdem Gul têne karê rojnamergerî dikirin."

Akademisyên Metin Murat Kalyoncugil jî da zanîn ku wê girtinê nişanda ku li Tirkiyeyê daraza azadî tûne ye û  deshilatdar ji bo deshilatdariya xwe ya siyasi berdewan bike, wan hemû tiştan dike û dê bike.