Gelo Tirkiye dibe kampa Penaberan?

Partiyên mixalefetê û Rojnamegerên navdar dibêjin bi vê biryarê tê armanc kirin ku Tirkiye bibe kampa penaberan a Rojhilata Navîn.

Gelo Tirkiye dibe kampa Penaberan?
Gelo Tirkiye dibe kampa Penaberan?

K24 - Enqere

Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê li ser mijara penaberan lihev kirin. Li gorî vê yekê Yekîtiya Ewropa dê 3 mîlyar Euro alîkarî bide Tirkiyê. Ev alîkariya han wekî gendeliya siyasî û civakî hat nirxandin. Partiyên mixalefetê û Rojnamegerên navdar dibêjin bi vê biryarê tê armanc kirin ku Tirkiye bibe kampa penaberan a Rojhilata Navîn.

Tirkiye û Yêkitiya Ewropayê li ser mijara penaberan biryareke balkêş da. Li gorî biryarê penaberên ji ser Tirkiyê derbasî welatên Ewropa bibin ew dê li Tirkiyê bên vegerandin. Ev biryar li Tirkiyê bû cihê niqaşên tund. Alîkariya Yekîtiya Ewropayê ya bo Tirkiyê jî wekî şerm ê hate nirxandin.

Derbarê mijarê de Parlamenterê CHPê yê Antalyayê Prof. Dr. Mustafa Akaydin ji K24ê re got: “Ev pêşniyaz, pişniyazeke cihê şermê ye. Ev pişniyaza gendeliyê ye, ev pişniyazeke gendeliya civakî ye.  Tu dewleteke bi xîret ji bo karekî wiha vî pereyî qebûl nake. Ez vê wekî darbeyeke eşkere ya li dijî rûmeta vî welatî qebûl dikim. Ji xwe li gorî agahiyên di destê me de, par ewqas pere ji bo penaberan hate serfkirin.”

Rojnameger Gokçer Tahincioglu bazara li ser mirovan rast nabîne û dibêje ev 3 sal in ji ber penaberan Tirkiye di warê aborî û civakî de zerareke mezin dîtiye. Tahincioglu bo çareserkirina pirsa penaberan jî got divê ew vegerin welatên xwe: “Cihê lêpirsîneke exlaqî û mirovî ye ku, bi dayîna pereyan were gotin bila penaber neyên welatê me. Bazara li ser jiyana mirovan, axaftina li ser vê yekê û çareseriya bi vî awayî ne mirovane ye.”

Pispor li ser wê yekê hevra ne ku, penaberan ji bo dewletên Ewropî bûne pirsgirêk û niha pêdiviya Ewropayê bi Tirkiyê heye. Ji aliyê din ve, biryara derbasbûna bê vîza ya bo dewletên Ewropî jî weke biryareke nerast hate nirxandin.