Dana Gas: Karê me yê li Kurdistanê berdewam e
bi armanca sûdwergirtina ji çavkaniyên Xûrmor û Çemçemal, ligel şirîkên xwe dê pêbendê karê xwe yê li Herêma Kurdistanê bin.
K24 - Navenda Nûçeyan
Kompanya Dana Gas ragehand ku bi armanca sûdwergirtina ji çavkaniyên Xûrmor û Çemçemal, ligel şirîkên xwe dê pêbendê karê xwe yê li Herêma Kurdistanê bin.
Di beyanameyekê de ku li ser malpera wan hatiye belav kirin Kompanya Dana Gas û şirîkên wê dê pêbendê karê xwe yê li Herêma Kurdistanê bin.
Berî niha di sala 2007an de hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel Kopanya Dana Gas ya Imaratî girêbestek bi armanca geşepêdana kêlgehên Xûrmor û Çemçemal bo 25 salan îmze kiribû, lê piştre pirsgirêk derketibûn.
Kompanya Dana Gas bi hiceta ku hikûmeta Kurdistanê pêbendê xalên girêbestê nebûye, bi awayekî fermî li Dadgeheke Brîtanî doz li ser hikûmeta Kurdistanê vekiribû.
Dadgeha Bilind ya Brîtanyayê biryar dabû ku hikûmeta Herêma Kurdistanê 100 milyon û 98 hezar dolar di hundirê 14 rojan de bide kompanya navbirî. Ji aliyê xwe ve hikûmeta Kurdistanê ew biryar red kir û da zanîn ku ew pêbendê hemû xalên girêbestê bûye.
Piştî çereserkirina pirsgirêkan di navbera Dana Gas, şirîkên wê û hikûmeta Herêma Kurdistanê de kompanya navbirî ragehand ku ew dê pêbendê karê xwe yê li Kurdistanê be.