Kurdistan24
Nivîskar
Elmanya şêwirmendên din ên leşkerî dişîne Kurdistanê
Wezareta Pêşmerge ragehand ku Elmanya dê li ser hevkarîkirina Pêşmergeyan berdewam be û şêwirmendên din ên leşkerî dişîne Herêma Kurdistanê.
K24 – Hewlêr
Wezareta Pêşmerge ya Kurdistanê ragehand ku Elmanya dê li ser hevkarîkirina Hêzên Pêşmerge berdewam be û hinek şêwirmendên din ên leşkerî dişîne Herêma Kurdistanê.
Di vê derbarê de Wezareta Pêşmerge daxwiyanike belav kir. Di daxwiyaniyê de wiha tê gotin: "Piştî êrîşên Parîsê, Elmanya biryar da ku hinek şêwirmendên din ên leşkerî bişîne Herêma Kurdistanê, erkê van şêwirmandan jî perwerdekirin û hevkarîkirina Pêşmergeyên Kurdistanê ye."
Wezareta Pêşmerge da zanîn ku niha li benda Parlamentoya Elmanyayê ne daku biryara dawî li ser şandina wan şêwirmendan bo Herêma Kurdistanê bide.
Piştî dagîrkirina Mûsilê û çend navçeyên din ku dikevin çarçoveya Maddeya 140 a Destûra Iraqê ji aliyê çekdarên DAIŞê ve, Elmanya berî hemû welatan alîkariya leşkerî ji Pêşmergeyên Kurdistanê re şand û hejmarek şêwirmendên leşkerî jî bo Herêma Kurdistanê şandin.