Kurdistan24
Nivîskar
Putîn: Tirkiye ji DAIŞê petrolê dikire
Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan iddiayên Putîn derew dêrxistin û got ew bi tu awayî ji DAÎŞê petrolê nakirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Rusyayê Vîladîmîr Putîn dibêje Tirkiye ji DAÎŞê petrol dikire û li ser mijarê gelek belge di destê wan de hene. Lê Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan iddiayên Putîn derew dêrxistin û got ew bi tu awayî ji DAÎŞê petrolê nakirin.
Devjengiya di navbera Serokamarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan û Serokê Rusyayê Vîladîmîr Putîn de berdewam e. Serokê Rusyayê Putîn di civîna Guhertina Avûhewayê de ku li Parîsa paytexta Fransayê birêve diçe derbarê qrîza di navbera wan û Tirkiyê de axifî û iddia kir ku DAÎŞ bazirganiya neftê di ser Tirkiyê re dike..
Putîn wiha axifî: "Petrola ku di bin kontrola DAÎŞ û hin rêxistinên terorê de ye ji Tirkiyê re tê şandin. Di destê me de gelek jêder hene û vê yekê îspat dikin. Em dikarin bibêjin Tirkiye bi xistina balafira me xwest ku ewlekariya wan rêyên ku DAÎŞ petrolê difroşe Tirkiyê biparêze."
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan jî da zanîn ku iddiaya Putîn bêbingeh û ji rastiyê dûr e û ger Putîn bikaribe vê iddiaya xwe îspat bike ew ê dest ji Serokomariya Tirkiyê berde: "Ne mimkûne ku em iddiayên wekî Tirkiye ji DAÎŞê petrol; dikire qebûl bikin. Ez vê yekê ehlaqî jî nabînim. Divê îdîa bi belgeyan were îspast kirin. Ger di destê wan de belge hene bila eşkere bikin. Herkes dizane em ji kîjan welatî bi rêyên fermî petrolê distînin. Em ne nemerd in ji rêxistinên terorê petrolê bikirin."
Di 24ê Çiriya Paşîn de Tirkiye balafireka şer a Rusyayê xistibû. Ev yek jî di navbera wan û Rusyayê de bû sedema krîzeke mezin. Rusya ji Tirkiyê hêvî dike ku lêborînê bixwaze. Lê Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu duh piştî civîna xwe ya ligel Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltonberg ragehand ku ew mafdar in û lêborînê naxwazin.