Demîrtaş: Gule ji demançeya polîsan derketiye

Komkirina delîlên bûyera kuştina Serokê Baroya Diyarbekirê li gel hinek astengiyan berdewam e.

Demîrtaş: Gule ji demançeya polîsan derketiye
Demîrtaş: Gule ji demançeya polîsan derketiye

K24 – Navenda Nûçeyan

Komkirina delîlên bûyera kuştina Serokê Baroya Diyarbekirê li gel hinek astengiyan berdewam e.

Li Diyarbekirê derdora Mînareya Çarpê ya dîrokî ku Tahîr elçî li ber piyên wê hatibû kuştin hêzên ewlehiyê xebatên xwe yên komkirina delîlan didomînin. Berpirsê şanda lêkolînê Serdozgerê Komarê yê Diyarbekirê Ramazan Solmaz got, lêpirsîn şefaf û bi baldariyeke baş tê kirin.

Duh sere sibehê şanda lêkolînê tevî nûnerê Baroya Diyarbekirê Welat Alan li cihê bûyerê 83 delîl tespît kirin û ji wan 43 delîl bi armanca vekolînê bi xwe re birin.

Bo dîtina kovikên fîşekan, guleyên demançeyê û metalên din dedektor hatin bikaranîn. Di dema vekolînê de dengê tifingan ji devereke dûr hat lê piştî rawestana dengan lêkolîn hate berdewamkirin. Armanca mezin ya lêgerînê, dîtina wê guleyê ye ku bûye sedema kuştina Tahîr Elçî.

Li aliyê din, nehêniya ser demançeyê ku li ber lingê termê Tahîr Elçî bû jî eşkere bû. Hat tespîtkirin, fîşek di lûleya demançeyê de asê maye û di lêkolînê de hat dîtin, ji wî demançeyê 3 fîşek ji polîsan ketiye.

Texmîna polîsan, di bûyerê de ew PKKiyên gule lê hatine reşandin birîndar bin û ji ber vê hêzên ewlehiyê li hemû nexweşxaneyên Diyarbekirê lêgerîn kirin, lê tû tişt nehat tespîtkirin.

"Gule ji demançeya polîsan derketiye"

Ji aliyekî din ve Hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş, derbarê kuştina Tahîr Elçî de got, ew gule tekez e ku ji çekên polîsan derketiye, lê ji kîjan çekê û bi çi armancê ye, piştî lêpirsînekê dadwerane dê derkeve holê.

Demîrtaş, got, ev yek zelal e ku, di wê deqîqeyê de ji bilî polîsan tu kesî fîşek ne teqandiye, tekez e ku ew guleya Tahîr Elçî kuştiye ji çeka polîsan derketiye.

Demîrtaş axaftina xwe ku dema merasîma veşartina Elçî de gotibû, "Dewletê Tahîr Elçî nekuştiye, bêdewletî Tahîr Elçî kuşt" û got, li rojhilata navîn 22 dewletên ereban hene lê ya kurdan nine. Dewletên Iraq, Sûriye û Tirkiye jî wek dewletên kurdan tevnagerin, Alîgirên AKPê ji hemû nîmetên dewletê fêde dibînin lê para kurdan tenê rûyê zilmê yê dewletê ye, eger Tahîr Elçî alîgirekî AK Partî bûya nedihat kuştin.