Obama gotara xwe ya dawî pêşkeş dike

Encûmena Nûneran a Amerîkayê niha di destê Komarîxwazan de, lewma dê erkê li ser milê Obama gelek zehmet be.

Obama gotara xwe ya dawî pêşkeş dike
Obama gotara xwe ya dawî pêşkeş dike

K24- Navenda Nûçeyan

Serokê Encûmena Nûneran a Amerîkayê daxwaz ji Obama kir ku gotara xwe ya dawî, derbarê rewşa welat de pêşkeş bike.

Serokê Encûmena Nûneran a Amerîkayê, Paul Ryan di nameya ji bo serokê welatê, Barack Obama de îro, 1ê Kanûnê, nivîsiye: “Ligel nêzîkbûna sala nû, derfetek li pêşe me herduyan heye ku pêwîst e em bigehin bingeheke lihevkirinê ji bo bergirîkirin li mafê neteweyî li navxwe û derve.”

Obama yê demokratîxwaz, dê gotara xwe ya derbarê welat de roja 12ê Çileya 2015an li pêş Encûmena Nûneran ya ku serok û praniya endamên wê komarîxwazin, bixîwne.

Di Cotmeha borî de, Komarîxwaz û Demokratîxwaz derbarê budceyê de gehiştin rêkeftinekê, lê gelek xalên nakokiyê di navbera her du aliyan de hene ku heta niha nehatine çareserkirin.

Xalên sereke yên nakokiyê jî derbarê pirsa penaberan û girtina girtîgeha Guantanamo de ne.