Şandeyeke Wezareta Pêşmerge ber bi Îtalyayê ve birê dikeve

Dê şande ligel rayedarên wî welatî û berpirsên leşkerî bicive.

Şandeyeke Wezareta Pêşmerge ber bi Îtalyayê ve birê dikeve
Şandeyeke Wezareta Pêşmerge ber bi Îtalyayê ve birê dikeve

K24- Roma

Şandeyeke Wezareta Pêşmerge îro, 1ê Kanûnê, ber bi Îtalyayê ve çû, dê ligel rayedarên wî welatî bicive.

Şanderê K24 li Romayê got ku, şandeya Pêşmerge hê negehiştiya paytexta Îtalyayê, lê biryar e îro êvarî bigehe.

Dê ew serdan çend rojan dirêj bike, biryar e jî şandeya Pêşmerge ligel Wezîrê Bergirî, Serokoran û çend berpirsên din ên Îtalyayê de bicive.

Ji destpêka şerê li dijî DAIŞê, Îtalyayê alîkariya leşkerî pêşkeşî Hêzên Pêşmerge kiriye, herwiha çend şêwirmendên leşkerî bi mebseta perwerdekirinê şandibû Herêma Kurdistanê.

Şandeya Pêşmerge ji Wezîrê Pêşmerge (bi wekalet) Kerîm Sincarî, Sekreterê Giştî yê wezaretê, Cebar Yawer û çend fermandaran pêk tê.