Kalkan: Kuştina Tahîr Elçî dijwarkirina şer e

Dûran Kalkan dibêje ku her awayên çalakiyan li Bakurê Kurdistanê rewa ne.

Kalkan: Kuştina Tahîr Elçî dijwarkirina şer e
Kalkan: Kuştina Tahîr Elçî dijwarkirina şer e

K24- Navenda Nûçeyan

Endamê Konseya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan dibêje ku “kuştina Tahîr Elçî dijwarkirina şer e.”

Duran Kalkan di hevpeyvînekê de ligel televîzyona Med Nûçe îro, 1ê Kanûnê, got ku “heta êrîşên rejîma AKP'ê bidomin, her awayê çalakiyên li Kurdistan û Tirkiyeyê rewa ne.”

Kalkan derbarê kuştina Serokê Baroya Diyarbekirê, Tahîr Elçî de got: "Ez, welatparêzê mezin û biryardar ê Kurd Tahîr Elçî bi rêzdarî bibîr tînim. Elçî di têkoşîna aştî, azadî û demokrasiyê de canê xwe da (…) Bîranîn û armanca wî, wê li Kurdistana azad û civaka demokratîk şênber bibe."

Serokê Baroya Diyarbekirê Tahir Elçî duh, 28ê Mijdarê, li dema pêşkeşkirina gotarekê ji bo aştiyê, li ber minareya çar pê ya navçeya Balikçilarbaşiya qezaya Surê ya navenda Diyarbekirê hat kûştin.

Endamê Konseya Rêveber a PKKê got jî ku, wateya bûyera kuştina Elçî “dijwarkirina şer e” û wiha berdewam kir "Ji 24'ê Tîrmehê û vir ve bi sedan zarok, ciwanên Kurd ên sivîl hatine kuştin. Nîşangiran li nava kolanan ew kuştin e. Beşek ji wan extiyar bûn, jin bûn, ji heft heta heftê salî li her kesî dan, ew kuştin e.”