Kurdistan24
Nivîskar
Hevjîna “xelîfeyê DAIŞê” serbest hat berdan
Dezgehên ewlkarî yên Libnanê bermaber azadkirina 16 leşkweên xwe de, 13 endamên Eniya el-Nusrayê serbest berdan.
K24- Navenda Nûçeyan
Hevjîna “xelîfeyê DAIŞê”, Suca Dilêmî ji aliyê hêzên ewlekarî yên Libnanê ve serbest hat berdan.
Îro, 1ê Kanûnê, danê nîvroyê hêzên ewlekarî yên Libnanê 13 girtiyên Eniya el-Nusrayê (şaxê rêxistina Qaîde li Sûriyê) di deramber azadkirina 16 leşkeran de, serbest berdan.
Di nav girtiyê ku ji aliyê Libnanê ve hatine azadkirin, hevjîna “xelîfsyê DAIŞê” Ebû Bekir Bexdadî, Suca Dilêmî bû.
Dilêmî diyar kir ku beriya Bexdadî bigehe DAIŞê wê dev jê berdabû û ew û 3 zarokên xwe dê ber bi welatekî din ve biçin, lê navê wî welatî diyar bekiriye.
Eniya Nûsrayê di Tebaxa sala 2014an de êrîşî gundê Irsal ê Libnanê kiribû û 16 leşkerên wê dîlkiribûn.
Li gor gotina Suca Dilêmî, ew dê ji Beyrûtê here Tirkiyê û ji wê de ber bi welatek din ve biçe.
Proseya veguhertina girtiyan bi dîlên di dest el-Nusrayê de bi navbênkariya Qeterê birêve çûbû.