Kurdistan24
Nivîskar
Wezîrê Dadê yê Tirkiyê: Wê dewlet kujerê Elçî aşkere bike
Bekîr Bozdax serdana malbata Tahir Elçî kir û hûrgiliyên derbarê lêkolînan de ragehandin.
K24 - Diyarbekir
Wezîrê Dadê yê Tirkiyê, Bekîr Bozdax îro hat Diyarbekirê û sersaxî li malbata Tahir Elçî- Serokê Baroya Amedê- yê ku li 28ê vê mehê di êrîşeke çekdarî de hatiye kuştin, kir.
Bozdax, piştî serdana malbatê, derbarê bûyerê de daxuyanî da û got; “Em ê wek dewlet û hikûmetê çawaniya rastiya kuştina Elçî derxînin holê.”
Herwiha Bozdax ragehand ku, berikek û 2 qalikên fîşekên ko di êrîşê de hatine bikaranîn hatine desteserkirin û wiha pêde çû: “Yên kou naxwazin bûyer bê zelalkirin, êrîşan dibin ser dozger û kesên ko delîlan berhev dikin.”
Navborî diyar kir jî ku “Piştî bûyerê, parêzgeriyê li wê herêma ku Tahir Elçî lê hat kuştin qedexe ragehand û di nava tedbirên ewlehiyê de dozger û parêzerên Baroya Amedê delîlên bûyerê berhev kir in. Lê di wê heynê de ji nava kolanan bi çek û roketan êrîşî desteya lêkolînê hat kirin.”
Derbarê aliyên ku êrîş kirine de, Wezîrê Dadê yê Tirkiyê wiha got: “Yên ku naxwazin li ser cihê bûyerê lêkolîn bêne kirin, ew kesin ku ditirsin rastiya bûyerê derkeve holê.”
Li ser hûrgiliyên lêkolînan jî, Bozdax aşkere kir ku “Li ser 83 xalan delîl hatin diya kirin. Ji 43 delîlan nûve hatine standin û li ser wan lêkolîn berdewam e. Dîmenên cihê bûyerê hatin kişandin. Krokiya cihê bûyer hate xêzkirin. Li gorî van xebatan hemû delîl hatine diyarkirin. Îfadeya polîs, parêzger, xebatkarên baroyê, şahidên bûyerê, qeydên hemû kamereyên avahiyên li derdorê hatine standin û lêkolîn li ser berdewam e.”
Wezîrê Dadê yê Tirkiyê tekez kir jî ku “Tiştek veşertî nîne, lêpirsîn bi awayekî eşkere tê kirin. Parêzerên baroyê di nava lêkolînê de ne. Ti biryara nepenî li ser dosyeya lêpirsînê nîne. Em wek hikûmetê ji dil dixwazin rastiya vê bûyerê derkeve holê. Çi pêwîst be em ê di nava yasayan de bikin. Yên ku dibêjin dewletê kiriyê bila agahî û belgeyên di destê xwe de bi me re parve bikin. Divê em li ser bûyereke wiha girîng bi belge û agahiyên rast biaxivin. Bila Selahettîn Demîrtaş bi belge û agahiyan biaxive.”