Kurdistan24
Nivîskar
Li Dêrikê du parlementerên HDPê birîndar bûn
Parlementeran xwestin ligel polîsan rûnin, lê bi gaza firmêskrêj bersiva wan hat dan
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Dêrika Mêrdînê ji encama destêwerdana polîsan, 2 parlementerên Partiya demokratîk a Gelan (HDP) birîndar bûn.
Ev yek heftiye ku qedexeya çûn û hatin li navçeya Dêrikê hatiye ragehandin, komek ji parlementerên HDP serdana navçeyê kirin û xwestn ku ji bo başkirina rewş ligel polîsan rûnin, lê daxwaza wan hat redkirin.
Polîsan ji parlementerên HDPê xwestin ku ji navçeyê derkevin, lê şandeya HDPyê ji navçeyê derneket. Piştî wê yekê di navbera wan û polîsan de pevçûn derket û polîsan bi gazên firmêskrêj êrîşî koma parlementeran kirin.
Ji encama wê êrîşê, her du Parlementerên HDPê Meral Daniş Beştaş û Çaglar Demîrel birîndar bûn û niha li nexweşxaneyê tên dermankirin.