Kurdistan24
Nivîskar
Qeşeyekî Ferensayî danpêdanê bi dizîna 700 hezar ewro dike
K24 – Navenda Nûçeyan
Nivîsîngeha dozgerê giştî yê Ferensayê îro 1ê Kanûna belavkir ku qeşeyekê Katolîkî danpêdan bi dizîna 700 hezar ewroyan (741 hezar dolaran) kir.
Li gor daxuyaniya nivîsgeha dozgerê giştî yê Fransayê, ev qasê pereyan ji nivêjker û wan kesên ku mûman bo dêrê dibin, destketine.
Qeşeyê bi navê Rênê Holiyê (René Heuillet) yê 80 salî, li xwe mikur hat ku wî di heyama 25 salan de yan ku ji 1987 heya malnişîniya xwe li sala 2013an û pere bi rengekî nelîgal bidestveanîne.
Vî qeşeyî tenê kêm pere ji van 700 hezar ewroyan mezaxtîne û piraniya wan ku 656 hezar ewro ne, li ser hisaba xwe di bankekê de danîne.
Dozgerê giştî ew yek jî xweyakir ku li roja 16 Kanûna Paşîn a 2015an Rênê Holiyê dê were darizandin.