Bahçelî: Wê Tirkiyê bibe kampa penaberan

CHP û HDP bi zimanekî tûj rexneyê li rêkeftina Tirkiyê û Yekîtiya Ewropayê digrin.

Bahçelî: Wê Tirkiyê bibe kampa penaberan
Bahçelî: Wê Tirkiyê bibe kampa penaberan

K24- Enqere

Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê (YE) li ser mijara penaberan gehiştin rêkeftinekê. Bazara di navbera YE û Tirkiyê de ji aliyê partiyên opozîsyonê ve hate rexnekirin. Ew partî dibêjin bi vê biryarê wê Tirkiye wê bibe kampa penaberan.

Biryara di lûtkeya li Brûkselê de hat standin, li Tirkiyê bû cihê niqaşên tund.  Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçeli nerazîbûna xwe ji wê biryarê anîz ziman û got: “Em serdana ji nişka ve ya Serokwezîr Davutoğlu bo Brûkselê û biryara derbarê Vîzeyê bi guman dibînin. Bo Tirkiyê berdêleke sozên Yekîtiya Ewropayê heye. Berdêl ew e ku Tirkiye bibe kampa penaberan.”

Berdevkê CHP’ê Haluk Koç jî diyarkir ku Yekîtiya Ewropayê pisrgirêka xwe ya penaberan di stûyê Tirkiyê rakiriye û got sozên bo Tirkiyê hatine dayîn jî cihê  gumanê ne.

Haluk Koç diyar kir ku “ Baş e, ev sozên bi berdêla çi û di kîjan şert û mercan de, bi cih werin ? Gelo 3 mîlyar Euro bi tenê bo şûndvegerandina penaberan dê were dayîn. Gelo di warê siyasî de tu daxwazên din hene an na ?”

Cîgirê Serokê Koma HDP’ê İdrîs Baluken jî got Tirkiye di politikaya xwe ya Sûriyê têk çûye dixwaze di mijara penaberan de rolekî bi dest bixe û domand ku “Tirkiye pirsgirêka penaberan li dijî Ewropayê û dewletên din ên cîhanê bi kar tîne. Ev yek ne ji aliyê însanî û ne jî ji aliyê siyasî exlaqî ye û bi tu awayî nayê qebûlkirin.”

Partiyên siyasî dibêjin bingeha Tirkiyê bo qebûlkirina penaberan ne bese, bi qebûlkirina penaberan wê di demên pêş de pirsgirêkên mezin ên civakê çêbibin û Yekîtiya Ewropayê bi vê biryarê fena xwe li Tirkiyê kir.