Kurdistan24
Nivîskar
Diyarbekir..Jinek hat kuştin û qedexe jî hat ragehandin
Parlementera HDP jî gefan li dewletê dixwe.
K24- Diyarbekir
Li Diyarbekirê rewşa aloz berdewam e, jinek ji aliyê polîsan ve hat kuştin û li 6 taxan jî qedexeya çûn û hatinê hat ragehandin.
Peyamnêrê K24 li Diyarbekirê diyar kir ku, parêzgeriya Diyarbekirê diyar kir ku îro, 2ê Kanûnê, derdora demijmêr 13.00, “jina êrîşker” hat Meydana Şêxseîd û bi demanceyê êrîşî polîsên li ber Deriyê Çîyê kir. Di êrişê de polîsek birîndar bû lê jina ku nasnameya wê nediyar hate kuştin.
Derbarê bûyerê de parêzgeriyê daxuyaniyeke nivîskî da û ragihand ko derbarê bûyerê de lêpirsîn didome.
Ji aliyek din ve parlementerên Diyarbekirê û hejmarek welatî li nêzîkî cihê bûyerê kombûn û xwestin derbasî navçeya Sûrê bibin. Lê polîsan destûr neda wan.
ji aliyek din ve, qayimqamiya navçeya Sûrê ya Diyarbekirê qedexeya çûn û hatin li taxên Cevatpaşa, Fatîhpaşa, Dabanoglu, Hasirli, Cemal Yilmaz , Savaş û Rêya Gaziyê ragehand.
Li navçeyê, ji bo ko xendekên ji aliyê endamên Tevgera Ciwanên Demokratîk û Welatparêz YDG-H ve hatine vedan bêne girtin, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve operasyonekê daye destpêkirin, di operasyonê de polîsek birîndar bû.
Parlementera HDPê ya Diyarbekirê, Nursel Aydoganê li Meydana Şêx Seîd ragehand ku, parêzerê Amedê bo wan gotiye dê operasyonên li Sûrê bidomin û bertek da qedexe û operasyonan û wiha got: “Hûn 100 - 200 kesan jî bikujin bizanin ev pirsgirêk bi kuştina nayê çareserkirin.”