Amadekariyên kongreya HDPê ber bi dawî ve diçin

Duyemîn Kongreya HDPê ya Asayî di 24ê Berfenbarê de tê sazkirin. Tê çaverêkirin ku HDP, di kongreyê de "otonomiyê" derxîne pêş. Herwiha "Lihevkirina Dolmabahçe" jî yek ji daxwazên HDPê ye.

K24 - Enqere

Duyemîn Kongreya HDPê ya Asayî di 24ê Berfenbarê de tê sazkirin. Tê çaverêkirin ku HDP, di kongreyê de "otonomiyê" derxîne pêş. Herwiha "Lihevkirina Dolmabahçe" jî yek ji daxwazên HDPê ye.

Di çarçoveya nûkirina rêziknameya navxweyî û bernameya partiyê de, bi beşdarbûna nûnerên 81 bajaran, ji bo diyarkirina stratejiyên partiyê, HDPê 53 konferansên herêmî saz kirin. Kongreya ku ji ber hilbijartinên pêşwext hat taloqkirin wê di 24ê Berfenbarê birêve biçe.

Gelo çi amadekarî bo kongreyê hatine kirin? Endamê Meclîsa HDPê Emir Ali Turkmen wiha dibêje: “5 hezar kes wê li salonê bin, wekî din jî em ê li derve jî konan deynin. Bergiriyên ewlehiyê di asta herî bilind de ne, 300 hevalên me perwerde dîtin. kesên ku ji kontrola polîsan ve derbas bibin,  ew dê ji aliyê hevalên me ve jî bên kontrolkirin.”

Piştî hilbijartinên 1ê Mijdarê di nava HDPê de hevserok jî di nav de gelek guhertin hatibûn axaftin lê di kongreya ku roja yekşemê wê bê sazkirin de ji bo hevserokatiyê ji bilî Demîrtaş û Yuksekdag berbijar tune ne. Lê belê tê ragihandin ku di rêxistinên partiyê de guhertinên mezin dê pêk werin.

Parlamenterê HDPê Sezai Temelli jî derbarê heman mijarê de wiha axifî: “HDP, di prosesa nû de bi nasandina xweseriyê dê derkeve pêş, ji bo vê yekê guhertin wê çêbibin lê belê guhertin ligor nasnameyan pêk nayên. Hevalên me yên zêdetir bi ked û hewlên xwe derdikevin pêş wê di qadroyan de cih bigirin.”

Di destpêka Kongreyê de hevserokên HDPê Selahattîn Demîrtaş û Figen Yuksekdag wê axaftinekê bikin. Piştî axaftina hevserokan wê teksta konferansê bê xwendin û bi axaftinên rêxistinên jin û ciwanan kongre wê berdewam bibe. HDPê ji bo kongreyê gelek balyoz û nûnerên navneteweyî vexwendin e. Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û partiyên Başûrê Kurdistanê jî di nav mêvanên HDPê de ne.