"ENKS nikare pirsa Kurd di Cenêv3ê de çareser bike"
Şanda rejîma Sûriyê ji 15 kesan pêk tê, Umer Osê weke Kurdekî serbixwe û berpirsê Komîteya Lihevhatina Niştîmanî ya Kurd li Parlamentoya Sûriyê, beşdarî wê kongreyê dibe.
K24 - Şam
Berpirsê Komîteya Lihevhatina Niştimanî ya Kurd li Parlamentoya Sûriyê û endamê şanda rejîmê bo kongreya Cenêv3, Umer Osê ragihand ku pirsa Kurdî tenê bi beşdarbûna ENKSê di kongreyê de çareser nabe.
Derbarê nûnertiya Kurdan di kongreya Cenêv3ê de endamê şanda rejîma Sûriyê Umer Osê ji K24ê re got: "Min dixwest ku Kurd bi yek şandeyê beşdarî kongreya Cenêvê bibin, ji ber ku Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê, bi tena serê xwe nikare pirsa Kurdî çareser bike."
Umer Osê da zanîn ku Kurd her car di demên hestyar de li hev nakin û wiha axifî: "Aliyeke Kurdî nikare nûnertiya hemû Kurdan bike, pêwist bû nûnerên PYDê ligel ên ENKSê wek yek şandeyê beşdar bibin, daku bandorekê bikin û pirsa Kurdî li ser maseyên navdewletî çareser bikin." Osê, herwiha hêvî kir ku ENKS û PYD bighin rêkeftinekê.
Şanda rejîma Sûriyê ji 15 kesan pêk tê, Umer Osê weke Kurdekî serbixwe û berpirsê Komîteya Lihevhatina Niştîmanî ya Kurd li Parlamentoya Sûriyê, beşdarî wê kongreyê dibe.