Salih Mislim beşdariya di Cenêv-3 de piştrast kir

Hevserokê PYDê tekez kir ku, ew li hêviya vexwendinê ne.

K24- Navenda Nûçeyan

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) tekez li ser wê yekê kir ku, ew dê di civîna Cenêv-3 de beşdar bin.

Hevserokê PYDê Salih Mislim ji ajansa Reutersê re ragihand ku, ew li hêviya vexwendina civîna Cenêv-3 ne.

Civîna Cenvê-3 taybet e bi dîtina çareseriyekê ji krîza Sûriyê re, dê têde şandeyek ji opozîsyon û rejîma Sûriyê bi serpereştiya Neteweyên Yekbûyî, danûtsandinan bikin.

Tikriye jî nedixwest ku nûnerên PYDê ji civînê re bên xwendin, gefa vekişana ji Cenêv-3 jî xwaribû

Lê Salih Mislim beşdariya PYDê di Cenêv-3 de tekez kir û got: “Em ê bêne vexwendin, lêbelê di kîjan pozîsyonê de em nizanin.”

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, vê sibehê di daxuyaniya xwe de eşkere kiribû ku, heke PYD tevlî hevdîtinên Cinêvê nebe, ew ê hevdîtin bê encam bimînin.

Ajansên Nûçeyan duh belav kirin ku, Biryar e di 29ê vê mehê de, Nûnerê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê taybet li Sûriyê ligel aliyên opozîsyona Sûriyê bicive, Salih Mislim jî hatiye vexwendin.